Kawîs Axa

Kawîs Axa

Kawîs Axa dengbêjê bi nav û deng. Bi navê xwe ê rastî Kek Weyîs di sala 1889an de li zozana Carcelî a êla Herkîyan ji dayika xwe dibe. Navê bavê wî Ahmed Herkî ye û ji binemala Malebî a êla Herkîyan tê. Navê dayika wî jî Leyla ye. Êla wan zivistanan ji zozanan dadiketin, deştên rojhilata Mûsilê û li gundê Şêxan nîştecîh dibûn. Wê dema Kawîs Axa 10 salî bû, bavê wî koça dawiyê kir. Wê demê birayekî ê wî piçûktir hebû. Navê wî jî Kino bû. Kawîs Axa, mirovekî tat bû. Lê wê wexta stran digot, tatbûna wî qet dîyarnedibû. Tatbûna wî ji dayikbûna wî ve nebû. Li gor gotina wî, di ciwanîya xwe de zivistanê bi hespê diçe aşî û di rê de ji hespê ketîye û di nav berfê de bi seatan maye û ji vê bûyerê şûnda jî tat bûye.

Berhemên Kawîs Axa di 43 kasêtan de hatîye tomarkirin. Ev kasêtana di arşîva pişka Kurdî a Radyoya Bexdayê de tên parastin. Di sala 2007an, Enstîtuya Kelepora Kurdî wekî zincîre albûmên muzîka kevnar ya kurdî albûma Kawîs Axa amade kir û wekî CD belav kir.

Kawîs Axa di sala 1936‘an de ji bo serdana êla Herkîyan çû ji bo gundê Herşem ê Koyî û li wir çû ber dilovaniya xwe. Kawîs Axa, çar zarok jî li pêy xwe hiştin.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info