KASETA KOMA NAVÎN DERKET
Koma Navîn ku li Colemêrgê xebatên muzîkê dimeşîne, bi etîketa Huren Prutoksiyonê albûma xwe ya yekem derxist. Koma Navîn di albuma xwe ya bi navê "Jiyanek Nû" ya dê ji aliyê Kom Muzîkê ve bê belavkirin de, ji çanda Colemêrgê sûdeke mezin girtiye. Koma Navîn ku ev 18 sal in li herêmê muzîkê çêdike û beşdarî gelek mihrîcan û bernameyan bûye, ev demeke dirêj bû li ser albumê xebatên xwe dimeşand. Ji endamên komê Fuat Ege, diyar kir ku bi muzîka çêdikin dixwazin xebatên çand û hunerê yên li herêma Colemêrgê derxin ber çavan û anî ziman ku di bin şertên gelekî zehmet de li Colemêrgê xebatên xwe didomînin. Ege, derbirî ku di bin banê NÇM`a Wanê de xebatên xwe didomînin û destnîşan kir ku ji niha û pê de jî dê bi biryariyeke mezin xebatên xwe bimeşînin.