Ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kurdî-Der a Amedê pirtûka ”Rêzimana Kurmancî

Ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kurdî-Der a Amedê pirtûka ”Rêzimana Kurmancî

Pirtûka bi navê “Rêzimana Kurmancî” di serê  sala 2009’an de ji nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derket.  Pirtûk ji hêla mamosteyên Kurdî-Dera Amedê, Mikaîl Bilbil û Bahoz Baran ve hatiye amadekirin. Cara yekemîn e ku hemû mijarên rêzimana Kurmancî bi awayeke sîstematîk, hêsan di vê pirtûkê de hatine vegotin. Mijarên weke “wateyên peyvan, lêkernav, hêmanên hevokê, cureyên hevokê, şaşiyên vegotinê” li rêzimanê hatine zêdekirin.

Pirtûk, bi feraseta ku mamosteyên rêzimana kurmancî  karibin bi rehetî hemû mijarên rêzimana kurmancî  bidin hatiye amadekirin. Beriya hemû mijaran, şemaya wan hatiye dayîn. Di gelek mijaran de, hin tiştên nuh hatine vegotin. ‘Qertafên tewangê’ weke ‘qertafên diyariyê’ hatine dayîn û mijara “tewangê” bi nêrêneke cuda hatiye şîrovekirin. Heta niha ‘lêkernav’ weke ‘raweya çêbiwar’ dihatin vegotin; lê pirtûk mijara “lêkernavan” jî  bi awayekî  din vedibije. Di mijara “lêkeran” de jî pirtûk, gelek tevliheviyan safî dike û dibêje di kurmancî de “raderek” tenê heye; qertafên ku heta îro bi raderê ve dihatin zeliqandin jî yek bi yek rave dike û peywira wan nîşan dide.Dîsa mijara “cînavkan” ji serî de bi awayeke cuda hatiye şirovekirin. 

Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk, rê li ber birêxistinbûna rêzimana kurmancî vedike û ji bona ku mamosteyên rêzimana kurmancî bi awayeke rehet û sîstematîk dersê bidin, rê nîşanî wan dide.

amîdakurd.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info