Gulê - Azad Hecer

Gulê bêje çima te kuşt
gula sorî min diyarî
ji nav baxa û ji bo na te
ji bo deyne nav porê tarî
gulê gultir tu ji gulê
ew ne wek te heyva êvarî
tu wek wê û hîn bedewtir
tenê zanim tu buharî
gul nizanî wek wê hene
ji lewra agir bû zû bû arî
gava ji destên min te girt
te gul hilmkir bi nazdarî
dema giha li gel rûka
tu gul bû ne gula diyarî
gul herdem ji rûkê te bûn
tu jî tim bû xewna dildarî
ji ber te gulê xwe kuşt
jiyan jêre bû bû tarî
ji bo nema êdî bibe
ji bo gulê wek te diyarî
heger bêjim wek te nebûn
û nabin gul wek te ti carî
melak û horiye tu gul
gulê tu gula her bajarî
neheqiye li bejna te
û ez xwe naxim bin wî barî
heger bêjim bi evîna te
li vî dînê serxweş yarî
rehm û hedan a xwedê neda
ji çavên te li min barî
ewê bêjin dîn û gêj û jare
guh nedin wî gunehkarî
riya xwedê nema zane
jêre ne bese benê sêdarî
nekuj tu jî min weke wan
nekev riya nexuya û tarî
xwe nêzî evdê çavan bike
li dilê min bik guhdarî
niha biger ji wê gulê
ji ên nerazîne ji vî dildarî
bersiv bide çima te kuşt
bi vê xemlê bi nazdarî
mirî û hêsîrê çavan
bimre rabe tim tu yarî
xwe nêzî agirê dil bik
ku dem nebûre bi sarî
çend salin li pey teme
tu winda û tim bê warî
îro ev roj ji bo mine
ji bo teme ez jî gulê

 

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info