Google avê ber dide bin firmên ragihandinê

Google avê ber dide bin firmên ragihandinê

Google xizmeta GrandCentral nuh dike û navê wê dike „GoogleVoice“ û êrîşek rasterast dibe ser firmên tefonên destan û înternetê. GoogleVoice hatiye pêşxistin, ku telefonkirinên herêmî bêperebin û merov dikare nameyek deng tomar bike û heya şeş kesan weke civîn çêbikin. Ev nameyên bi deng, tu dikare wê wek tekst daxîne û arşîv bike. Tevî ku tu dikare telefonên navnetewî gelek arzan bike. Ev xizmet ne tenê tirsê dixîne nav dilê firmên telefona înternetê tenê (wek Skype) lê belê tirsê dixîne dilê firmên telefonên destan jî.

 

Tê zanîn ku, Google „GrandCentral“ di havîna 2007 de kirî, lê heya nuha ti nuhkirin li ser çênekiribû.

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info