Eyaz Zaxoyî

Eyaz Zaxoyî

LI GOTINEKÊ BIGERE

Eyaz Zaxoyî li sala 1961ê li bajarê Zaxo ji dayik bûye. Her ji zarokatiya xwe heza wî ji hunerê re hebû û hemû dema xwe di dîwanên dengbêjan de derbaz dikir û guhdarî dengê wan dikir.Eyaz xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyiya çandinê li Zaxo temam kiriye. Her di dema xwendinê de, di ahengên xwendingehan de stran digotin. Pişt re Eyazê nemir seredana Radioya Kurdî dike li Bexda û li wir gelek stranan tomar dike û hin stranan jî digel Tîpa Duhok ya Hunerî. Herwisan digel hunermend Erdewan Zaxoyî jî hinek stranan tomar dike. Yekemîn kaseta wî li sala 1982 derket û bi wê kasetê navûdengiya xwe diyar kir, piştre li salên 1983, 1984 û 1985an jî kaset çêkirin. Anku di jiyana xwe ya hunerî de wî tenê çar kaset çêki-rin.

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info