Heger jiyan bibe derya
evîna te min pêle
heger viyan bibe tembûr
evîna te li ser têle
heger bihar bin ax bibe
evîna te xaç û kêle
di nav pencê êş û xewna
evîndarim min nehêle
Evîna te heyvek geşe
dema sitêr winda dibin
li pêş çava xewnek xweşe
bi wê omîd şiyar dibin
mizgîniya bayê reşe
gava kanî zuha dibin
evîna te hêvya dile
dema hêvî cuda dibin
Evîna te hat bişavtin
di kanîkên xewn û xwînê
bû kulîlkek ji rengê dil
li zozanê Feraşînê
di şikefta Şanîdarê
berî hêsrên Mem û Zînê
evîna te di dest min de
bû kilîta deryê Jînê
Li ser lêvên birîna dil
evîna te sazek zîze
seba digrî berî sîga
piştî dengê te dibhîze
li dor pêtên şemala te
dilê sotî hîn dilîze
bihara geş li bê yara
şevek sare yan payîze
Li payîza çav bi hêsir
evîna te gulistane
di nav ewrên kîna kevnar
ew paytexta dilistane
evîna te heyv û roke
bê te cîhan taristane
heger evîn rokê vemre
hêlîna dil goristane