Evîna min
Ne xwîsara vê sipêdêye
Gava tavê lêda bi behît
Evîna min ne sîbera spîndarêye
Gava ba hat
Li ser dêmê
Yarê mishextbît û birevît
Evîna min
Ne taveka biharêye
Ho zû bihêt û
Her zû biçît
Evîna min
Wek agirê Newrozêye
Wek ronahya gesh rojêye
Qed çi cara na vemirît