Esmer û ez li virin
esmerê ji min birin
buhar û hêvî mirin
ji ber gazinên Esmer
gûrbû şoreşa fatin
bûn yek girî û gotin
hêsirên xwe veşartin
dîsa aş nebû Esmer
rehma te hey xwedê
rehm û hedanê bidê
gune me ez li bendê
bende delala Esmer
dest revand ji dest
ne da ne tişt xwest
hêviya bilind jikest
ji ber gazinên Esmer
dev got, çavan negot
bûm ar lê nebûm pizot
min got bese te dil sot
dîsa aş nebû Esmer
hatim xwar li ber hestan
dîsa min girt bi destan
ketim gotina helbestan
ji bo ku vegere Esmer
çû giha li ber derî
sekinî û li min zîvirî
ez dîme min daye girî
dîsa aş nebû Esmer