Dilê min dijene - Kamran Simo

ba
li zozanan kirin gule
nêrgiz
bi bêhna barûdê fetisandin
giya
li jenîna rayên çiyan dinêrê
çûk
serxweş û westiyayi winda dibin
li gewrîya hûngirê êvarê
bi pelek ewrê
reşêşa baranê
xunav
ji çardeh birînên yek birîn
pijiqî
ser giyanê min
dilê min
ji coşa
raperiya
kevirên zarokên te
tê coşê Amed
ji serma holejîna
cîhanê
li bin sir û seqema bakur
bi vala hiştina
hembêzên dayîkan re
di dergûşan de
ez digirîm Amed
dest bêhêz kirin
reng
bi jehra xwe kuştin
li nîvro
li bin perê rojê
bi germiya tîrêjan
awirên xwe
dikim rêwengî
hêlîna jan û serfiraziyê Amed ê
lêvên kenok
ji ramûsanan direvin
hêvî
ji tola birca heft biran
ji qîrênên bendîxanê
vegeriya
Amed
ken li nav biskên te
birîndar kirin
bi dengê hestên te
li mêrgehmedê
dilê min dijenê
paytexa
xewn û xeyelên min Amed ê
bi giriyê heyvê
ji nîvşiyariya xewnê
ji bêdengiya hesretê
gerdena birîna te
maç dikim
xêlên bûkan
di sebetê de hiştin
pasta rojbûnê
giriyandin
şerbeta azadiyê
ji birînên esmer
zarokên te
vedixwin
Amed

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info