Tuneye ji bo min
dema bête bûnê!
Bi te dijîn
dil û hinavên min
di dema bêtebûnê de.
Anî ji min re bahara rengîn
di nava rûpelên
gul û kulîlkên xwe de,
di nava
xeml û bedewiyên xwe de
e$q û Evîna te...
Disotînin dilêmin
tîrêjen çavên te
ên ku li hez û hezkirinê
hatine dagirtin,
disotînin dilêmin
bi bîr û baweriya
paqijkirina agirê Newrozê.
Te vekirin di dilêmin de
coyên Evînê,
e$qa te bû wek
rûbara baharê û herikiya
di nava coyên dilê min de