Bilbilê Bê Gul | Ciwan Dêrikî

Ji giyanê nemir Mihemed Şêxo re
Dengekî melûl û xemgîn
Wek çîroka min ,
Awazeka bi jan û şewat
Wek dîroka min ,
Hebûnek bi perîşanî û koçberî
Wek xwînîbûna min
Şînhat di nava birînê
Kateda bi zoxa pêstûriyê ,
Seridî bi zeviya çêrandî
Bû Kewê çengokirî
Di nava rikehê ,
Bû nisrîna xweziyê
Baxê çilmisî
Bilbilê bê gul
Nalîna ji Felekê
Bû xweziya beravêtî
Hêviya sêdarkirî
Di paytexta mejî de hêlîn hûnand
Sêwan li hestên birîndar veda
Bû serkanî
Qulteyna cûk û cobarên nûherikî
Bû navnîşanek ji vê axê re
Bû pira gihandinê
Perrê firîna ber bi stêran ve
Ma çiyakî xweragirtî
Qazoqerên hemî biharan radimûsîne
Çêlîkên nû-firêketî
Wê herdem di hembêzê de
Bijîn û bilîsin

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info