BILA KOMPÎTUR ZIRARÊ NEDE WE

BILA KOMPÎTUR ZIRARÊ NEDE WE

Kesên ku li ber kompîtûran dixebitin bi xetereyê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku kompîtûr zirarê dide çavên mirov. Pispor kesên ku li ber kompîtûrê dixebitin hişyar dikin û dixwazin ew baldartir bin.
Teknolojî li aliyekî karê mirov rehet dike lê carna jî zirarê dide tenduristiya mirovan. Pispor dibêjin ku kesên ku demdirêj kompîtûran bi kar tînin bi “sendroma dîtina kompîtûrê” re rû bi rû dimînin. Ji sedê 90 kesên ku rojê 2 saetan zêdetir kompîtûrê bi kar tînin bi vê nexweşiyê re rû bi rû dimînin. Nîşaneyên vê nexweşiyê ev in: Sorbûna çavan, şewat, çavên mirov av didin û mirov xwe westiyayî hîs dike. Her wiha mirov baş nabîne, serê mirov diêşe û stû û milên mirov diêşin. Pispor dibêjin ku mejiyê mirov ji ber ku nivîsên li ser kaxizan û yên li ser kompîtûrê cuda fêm dike ev yek dibe sedema sendroma dîtina kompîtûrê. Çavên mirov nivîsên li ser kaxizan bi rehetî dikare fêm bike lê nivîsên li ser kompîtûrê piştî demeke dirêj ancax tê fêmkirin. Ji bo ku baş bê dîtin zêde enerjî tê xerckirin.
Ev yek bandoreke neyînî li ser hêstirên çavan dike. Weke ku tê zanîn hêsirên çavan nahêle çavên mirov zirarê bibînin û mirov rehet dibîne. Hêsir li dijî nexweşiyan çavên mirov diparêze. Heke hêsirên mirov ziwa bibe divê mirov teqez serî li bijîşk bidin. Heke tedbîr neyê girtin çavên mirov kor jî dibe. Ji ber vê yekê jî pispor dibêjin divê ev pirsgirêk neyê îhmalkirin.  Pispor dibêjin ku kesên ku karûbarên xwe li ser kompîtûrê dikin û demeke dirêj li ser kompîtûrê dimînin divê dem bi dem biçin û çavên xwe bidin kontrolkirin.
Ji ber ku amûrên teknolojiyê yên weke kompîtûrê çavên mirovan pir diwestînin. Di çavên mirovan de pirsgirêk hebe an jî tunebe divê kontrolên rûtîn bên kirin. Qet nebe salê carekê divê mirov çavên xwe bide kontrolkirin.
 

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?


Ji bo parastina çav pispor hin pêşniyaran dikin. Pispor dibêjin ku divê ekrana kompîtûrê û çavên mirov di heman sewiyeyê de be an jî hinekî li jêr be. Herî kêm di navbera mirov û kompîtûrê de herî kêm 30-40 santîm mesafe hebe. Ronahiya cihê ku mirov lê dixebite jî pir girîng e. Ronahiya pir zêde ango dibiriqe zirarê dide çavên mirov. Mimkûn be mirov dikare ekranên LCD’ê tercîh bike û bi kar bîne.
Her wiha pispor dibêjin ku hewaya cihê ku mirov lê dixebite jî pir girîng e. Klîma zirarê dide çavên mirov û rondikên çavan ziwa dike. Ji ber vê yekê jî divê mirov baldar be. Mirov dikare dermanan jî bi kar bîne û nehêle çavên mirov ziwa bibin. AMED

 

azadiyawelat.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info