Bi Cixarê - 5 Salên Te Kêmin

Bi Cixarê - 5 Salên Te Kêmin

Piştî lêkolînekê hate gotin ku hem jin hem mêr, cixare pênc salan ji emrê mirovan dibe.

Di bin rêveberiya dixtor Lisa Schwart ku di saziyeke Wezareta Tenduristiyê ya DYA'yê de peywirdar e lêkolîneke li ser cixareyê hate kirin û rapor hate amadekirin. Rapora ku hate amadekirin ji aliyê Enstîtuya Qansêrê ya Amerîkayê ve hate eşkerekirin.

Ji raporê hin xal:
-  Bi mêran de piştî salên 60'î yên ku cixareyê dikişînin rîska qansêra pişikê (kezeba reş), nexweşiyên reyên qeb zêdetir e.b

- Bi cixarekêşan re mirina ji prostat û qansêra roviyên qalind sedî deh ji yên ku cixareyên nakişên re zêdetir e.

- Ji kîjan temenê dibe bila bibe asta mirina mêran ji ya jinan (yên ku cixareyê dikişînin) zêdetir e.

Her wiha bi vê raporê jî derketiye holê ku yên ku cixareyên dikişînin ji ber nexweşiyên ku bi wan re peyda dibin ji yên ku nakişînin pênc salan kêmtir dijîn.

Diyarname

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info