Behmen Qubadî

Behmen Qubadî

Behmen Qubadî di sala 1969'a li bajarê Bane, li rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Di dema perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî. Di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî koma derhenerên filman bû û bi wan re kurtefîlm çêkir. Piştî li Tehranê Dibistana Bilind ya Weşan û Çapemenîyê qedand, dest bi wênekêşiya Sanayiyê kir.

Di navbera salên 1995-1999 derhêneriya 10 kurtefîlmên ku di pêşbaziyên netewî û navnetewî de xelat stendiye, kir. Yek ji van fîlma Jiyana li Mijê di Festîvala Clermont-Ferrand Xelata Jurîya Taybet stend.

Di sala 1999 di fîlma derhêner Abbas Kierostamî ya "Ba wê me hilde" asîstantiya sereke kir û di fîlma Samira Makhmalbaf ya Textê Reş de jî yek ji rolên sereke lîst.

Fîlma Ghobadî ya Dema Hespên Serxweş di sala 2000'î de di Festivala Cannesê ya Filmê Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI girt.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info