Avesta ji bo zarokan weşanxaneyekê ava dike

Avesta ji bo zarokan weşanxaneyekê ava dike

Weşanxaneya Avesta bi navê Hêlîn weşanxaneyeke ku ê tenê kitêbên zarokan bi kurdî biweşîne, ava dike. Hêlîn di Newrozê de dest bi weşanê dike.

 

Weşanxaneya Avestayê ku heta niha bi sedan kitêbên kurdî, yan jî li ser çand, dîrok û erdnigariya Kurdistanê weşandiye niha jî bi weşanxaneyek bi navê Hêlîn ê kitêbên zarokan biweşîne.

 Kitêba yekemîn wergereke Celadet Alî Bedirxan a bi navê ‘Conî û Cimêma’ ye ku di sala 1943yan de di nav Kitêbxana Hawarê de tenê 15 heb hatibûn çapkirin e. Nivîskarê kitêbê Bryan Guinnes e û Celadet Beg ew ji fransî wergerandiye. Kitêba duwem a Mustafa Uzun ‘Newroz’ e. Ilustrasyonê ‘Newroz’ê ji aliyê Wolf Dieter Kopfer ve hatine çêkirin. Kitêba sêyemîn klasîkeke girîng e: Serpêhatiyên Tom Sawyer. Nivîskarê wê Mark Twain e. Tom Sawyer, Ergîn Opengîn ji ingilîzî wergerandiye.

Di Hêlînê de ji kitêbên alfabê ta bi xêzeromanan, çîrokên kurdî û ên dinyayê, kitêbên fêrkirina jiyanê, materyalên dersê, rengîn û reş û spî, bo her kategoriya temen û bi ebadên cihê ê çap bibin.

Hêlîn dixwaze her meh bi kêmanî kitêbeke zarokan biweşîne.

www.avestakitap.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info