280 Hezar ji bo konê serokê Lîbya Qezafî

280 Hezar ji bo konê serokê Lîbya Qezafî

Buhabûna konê serokê Lîbya Moemer el Qezafî gihişt 280 hezar dollar, yê ku li paytexta Qeter Doha di dema kombûna ereban de jê re hate çêkirin.

Qezafî nexwestî ku di otêla Doha de razê. Otêla Doha yek ji otêlên herî mezine di herêmê de, û li ser ya xwe maye ku di konê xwe de razê. Li ser daxwaza wî konê wî li baxçeyê otêlê hatiye lidarxistin, ya ku berê wê dide kendava erebî.

Hate ragihandin, ku di konê Qezafî de ronhiyên krîstral yên giran buha û perdeyên li Îtalya hatine çêkirin hebûn. Ji bo lidarxistina kon, muhendistekî hindî hatibû hilbijartin û eynî wêne ji konê Qezafî yê li Lîbya bû û ji bo çar rojan hate li darxistin.

kurdDOZ.info.ms

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info