Çi Ket Ber Dest Û Xwar
Li bajarê Ordû ya Tirkiyeyê Eyup Tinkirê 39 salî yê kêmaqil, ji ber sanciya zik, wî radikin nexweşxaneyê. Dema ku bijîşk fîlmê zikê wî dikişînin û lê mêze dikin, ecêbmayî dimînin. Wî tafilê emelîyat dikin bi qasî sed heb bizmar, kevçî, menteşe û kêran ji hûr û rûvîyên wî derdixin. Emelîyata wî 7 saetan dom dike.
Bijîşkê ku bi emeliyatê ewqas tişt ji zêkê vî kesê kêmaqil derdixe dibêje ku gelek caran ji zikên merivan tiştên weha hatine derxistin, lê ne bi qasî yên ku di zikê vî kesî de bûn.
NetKurd