Li Serêkaniyê gundiyan serê parêzerê Hisiçayê şikand
Peyamnêrê malpera Soparo yê bajarê Serêkaniyê (Navçe ya Hesiçayê) ragihand, ku îro 13.04.2010 komîteyek ji berpirsiyarên parêzgeha Hesiçayê û wezareta çandiniyê berê xwe da bû hindek deverên çandinê li gundê Elok (Aliyê Serê Kaniyê), daku avakirina hinek bîrên avê xelat bike.
Ev bîrên he li ser erdên hinek cotkar hatine avakirin û kolan û bêyî ku tu alîkarî bi wan re bête kirin. Helbet cotkaran bersiva vê yekê da û êrîş birin ser tirimbêlên berpirsiyaran, nexasim a parêzerê bajarê Hesiçayê û serê wî şikandin.
Tê zanîn ku ji dema pêkanîna yasafermana 49an ve li Sûriyê rewşa cotkar û welatiyan gelek wêran û aloz dibe. Yasafermana 49an a ku di sala 2008an de ji aliyê Serokê Sûriyê ve derketi bû weke neyînkirineke aborî û çandî ya bi rêkûpêk û pîlankirî, tê binavkirin.
ji malpera soparo.com
Tags:
Radyoyên Kurdî zindî
Radyo AşItî
Radyoya Astî, dengê Komela Kurd ya demokratîk ê kultirî li Stockholmê ye. Radyoya Astî li havîna sala 1990 bi alîkariya Barzan Sahsiwar û Hiwa Zandî hat avakirin û heta niha jî programa xwe berdewam dike.
Radyoya Astî di hizr û ramanên xwe de bê layane û rê dide hemû hizr...
—————
norradyo | BEŞA KURDÎ
Nor Radyo projeyeke radyoya înternetê ye, ku di sêrî de Ermeniyên Tirkiyeyî, hemû gelên ku li ser erdên Anatoliyayê dijîn, wê bikaribin bi awayekî azad xwe derbibirrin û çanda xwe tê de parî hev bikin.
Nor Radyo dengê jiyana pirrçandîtiyê û pêkvejiyanê ye. Ji ber vî awayî, li hemberî...
—————
—————
—————