Hesen Şerîfî Newroz bi albuma xwe yan nû "Tavî" yê pîroz kir

 Hesen Şerîfî Newroz bi albuma xwe yan nû "Tavî" yê pîroz kir

Wekî hunermend Hesen Şerîfî soz dabû ku albuma wî ya nû di Newrozê de derbikeve, Taviya wî di vê buhar û vê Newrozê de li başûrê Kurdistanê ji aliyê Korek Muzîkê (Korek Music) ve hat belav kirin. Duwazde stiran di vê CD-yê de ne û ew jî ev in: Zemano, Beçî eçê, Peyvên azirî, Dotmam, Newroz, Gula min, Roja wenda, Zêrker, Gemya min, Mîro, Yar di xew da ye, Xuzî min nedîtiba.

Hinek tekst folklorî ne û hinek jî yên Hesen Şerîfî bi xwe ne û hinek yên van helbestvanan in: Edîb Çelkî, Emîn Botanî, Rizgar Kêsteyî û Selah Berwarî. Awaz û melodiyên van stiran dabeş in li ser yên folklorî, yên Hesen Şerîfî bi xwe û yên Siyar Bamernî û Emîn Botanî.

kulturname.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info