Hemû Servîsên Google Dibin Kurdî

 Hemû Servîsên Google Dibin Kurdî

Li gor agahiyên ku hatine standin, bi paymaneke nepenî ku herdu alî ji veşartina wê berpirsiyar in, Google bi awayekî cidî û bi peyman dest bi kurdî dike. Xebat dê di sala 2010'an de bi tevahî were qedandin. Di encama xebatê de beşên wekî google lêgerîn, google adsense, google adword, google earth, google chrome, webmaster tools, google analytics û hemû servîsên din dê bi kurdî bên vekirin. Ji bo hemû beşan 400 kesên ku baş bi kurdî dizanin, zimanên nivîsbariyê yên wekî ASP.NET, C/C++, python, MySQL, php, java, javascript, ajax, css û html dizanin, dê ji bo kar bêne girtin.

Her wisa, li gor agahiyên ku me standine, li Amedê şîrketeke nû ya nivîsbariyê bi hevkariya şirîkên kurd û Google hatiye avakirin, ku ev şîrket dê ji bo kesên serdana xwe dikin jî bibe referans, da ku ji aliyê Google ve bêne girtin.

Der barê mijarê de me ji komputergerê kurd Rêzan Tovjîn ku li Amedê dijî, agahî xwest. Lê Tovjîn da xuyakirin ku peyman û xebatên bi vî rengî bi nepenî tên danîn û kes nikare der barê mijarê de agahiyan bide çapemeniyê, ji ber wê jî niha ji bo standina agahiyan zû ye. Tovjîn avakirina şîrketeke di vî warî de jî piştrast kir, lê der barê mijarê de agahî neda. Li ser pirsa me ya "dê ji 400 kurdîzanan re çawa referans were avakirin?" jî Tovjîn wiha berisv da: "Bi gumana min dê karekî bidin ber wan, piştre dê di referansa hemûyan de wî karî binivîsin. Ev hinekî formalîte ye, lê kesên ku nikaribin di wî karî de bi ser bikevin jixwe dê formalîteyê jî bi cih nînin. Di karên wiha de bi piranî wisa tê kirin, ez bawer dikim dê dîsa wisa bikin."

Der barê pirsa me ya wekî "tu bixwe di vê projeyê de heyî, an na?" de jî Tovjîn got: "Xebatên ku min kirine, bingeha ku heta niha me ji bo vê yekê ava kiriye helbet dê ji bo vê xebatê û hemû xebatên wekî vê bibin mînak û dê bibin bingeh. Ez tê de bim jî ne tê de bim jî ne girîng e, tişta ku me 5 sal berê da destpêkirin êdî em hebin jî tune bin jî, me gihand armancê."

Li ser pirsa me ya wekî "ji bo kurdîzanan dê dîploma û bawername bên xwestin, an na?" Tovjîn wiha bersiv da: "Li Tirkiyeyê encax bawernameyên kursan hebin, lê ya girîng pratîk e. Google dê pirtir bawernameyên zanîngehan bipirse. Lê heke zimanên nivîsbariyê (komputergeriyê) nizanibin kurdî li Oxfordê xwendibin jî bi kêr nayê, di vî karî de bingeh zanîna nivîsbariyê ye. Ez bixwe texmîn nakim ku 400 kurdî di vî warî de peyda bikin. Şika min ew e ku dê gelek kesên biyanî kurdî hîn bibin û têkevin van sersvîsan. Ya girîng ew e ku Google bi kurmancî latînî dest bi vî karî dike, ev lîstikên li ser zimanê kurdî tarûmar dike."

Der barê lêçûnên ku Google ji bo kurdî terxan kiriye de tu agahî hêj nehatiye belavkirin. Her wisa der barê hevkariya Herêma Kurdistana Federal de jî hîn tu agahî nehatine bidestxistin.

amidakurd.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info