Welato | Teyar
24/03/2009 14:00
helbesta min bighîne yara min û şîna çavên wê biçine
çimkî min ji herdu çavên wê re nimêj dikir
hêsirên dayka min ziwake
çimkî wê bi evîn û xwûn ez mêjandim
û min jî li ser axa te ew rijandin
welato banga yara min neke heger ez mirim
çimkî min dilê xwe di sîtava bijangên wê de veşartiye
ta ku her sibe şiyarbim û hêsirên wê ziwakim