Qamişlo
10/02/2009 11:12
Qamişlo bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.
Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye ku, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gorî Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: "frensî di 20 tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endazyarekî frensî hat danîn û avakirin". Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û fireh e.
Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene. %70 ji wan kurd in. Qamişlo qezaya li parêzgeha (muhafaza) Hesîçayê ye.
Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li rojava), bajarê Dêrikê (100 km li rojhilatê) û Hesîçê (85 km li başûrê rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li rojhilatê) dûr e.