Kirmaşan

10/02/2009 12:00

Kirmaşan an Kirmanşan an jî Kirmanşah yek ji herêmên Rojhilata Kurdistanê û yek .

Ev herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. Di vê herêmê de bajarên Kirmaşan, Ciwanro, Tazawa, Bêstûn, Pawe, Sonqur, Rewanser, Sahane, Kengawer, Serpêlzahaw, Mahîdeşt, Kirênd, Qesrê Şîrîn, Gîlangerb û Şahabad hene.

Kirmanşah navê wilayet mezine rojhilata Kurdistanê û her wisa navê merkeza wilayetêye ev bajare û bajarên ser bi vê wilayetê xwedî mêjûyekî kevnarin. Navê bajarê Kirmanşahê bi kurdî dibe Kirmaşan û navê kevin wê Qirmîsen bûye.

Kirmanşah di teqsîmata ėevilîn de ustana ṗêncêye Îranê bû ku ustanên Hemedan û Kurdistan û Îlam jî li ser vê hisab dibûn. Piştre sê wilayetên navbirî jê cuda bûn. Di desṗêka şoreşa islamîye Îranê de navê vê wilayetê bû Baxteran û piştî çend salan bi zext û fişara nûnerên Kirmanşahê di parlimana Îranê de careke din navê Kirmanşahê cihê Baxteranê girt. Di serjimarîya sala 2006an de nifûsa vê wilayetê 1.902.760 hatîye texmîn kirin û nifûsa merkezê wilayetê yanî bajarê Kirmanşahê divê serjimariyê de gihîştîye 765.075 kesî. Bajarê Kirmanşahê 1.410 mêtran ji derya azad bilintire.

Ev wilayete merkeza hikûmeta Sasanîyan bûye li ber vê yekê asevarên gelek dîrokî û xudan qîmet divê wilayetê de mane, mina; Taqbostan, ketîba Bîstûnê û meėbeda Anahîta. Kirmanşahê li ber xatira cirecire bûna av û hewa û mezheb û qewmîyetên wê leqeba Hindistana Îranê didinê. Bo mînak Qesrişîrîn xudanê av û hewayê germe û Sunqur û Pavê av û hewayê sar hene belê bajarê Kirmanşah xudanê av û hewayekî normale. Di vê wilayetê de Kurd, Lek (eşîrekî kurdan), fars, ereb tevlihev dijîn. Ji aliyê olê ve Şîėe, Sonî, Ehilĥeq (Yarisan), ermenî, asûrî û Cihû bi hevre dijîn. Piranîya xelkê wilayeta Kirmanşahê bi zimanê kurdî qise dikin.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info