Hey Jînê | Teyar
24/03/2009 13:54
Hey Jînê
Li her çar aliyan
Li hemû rêçan
Dimeyzînim
Ne sawêrin te
Ne jî wêneyên te
Nayên xuyan
hey jînê
Damarê jînê tenikbûn
Bênahiya çavan neman
Çav melûlbûn û çûkbûn
Hînga li riya te binêrin
Hey jînê
Sal û dem derbasbûn
Ûmîd bûn xeyal û çûn
Hîn li benda te me
Hîn li hêvêviya te me
Hey jînê
Kerwanê saz û helbesta
Li asîmanê bê dawî
Dişewtiyan û wunda dibûn
Hînga li riya te binêrin
Hey jînê