FILÎTÊ QÛTO

01/04/2009 19:37

Filît, lao, maman i, xweş maman î
Nebxêr nizanim çi karwan bû hatî bi giranî,
Mi di bavê Hesen çend peyayên reşkota bi xwer hilanî,
Xwe berda pêsiya Mamê Etman, vî karvanî,
Go: -lao, ka baca te ji mi ra anî?
Mamê Etman digo: -Filît lao, Em karwan in, karwmançî ne, lao, Em xerib in, em rêwi ne.
Filit digo: -Ez bi eniya bavê xwe kim,
Ezê tivinga pikê te ji te bistinim,
Mamê Etman digo: -Ezê tivingê bi te dim,
Ezê diya teyî Semê ji [PBNI1]ixtiyarê bavê xwe ra bînim,
Mamê Etman derbek berda bejn û bala bavê Hesen di zincîra sehetê dixîne.
Roka me hilatî ji aliyê Bota,
sewq û semala xwe da bejn û bala bave Hesen her çar peyên me Reşkota,
Xuzi Mamê Etman biçûya ci-warê xwe,
Bi ser kurê mi, li gor sir û bextê xwe bigota.
Şemê digot: -Filito, lao, mi go mer pesiya kervanî, karvan gune ne, Gelek kurê bavan nala te egît û mêrxas tê hene.
Roka me hilatî sekinî li qubletê,
Şewqa xwe da bejna bavê Hesen, kosteka zincîra sehetê,
Kirivê Kolos ezê bi eniya bavê te kim,
Çavê kure min lê bû bajo nav karvanê xelkê nav namûsê, nav xiretê,
Mamê Etman derpkê lêxist li kurê min rebenê,
Destê wî qutkir ji vê xêrê, ji nemetê.
Roka me hilatî ji alî Silîva, şewqa xwe da peyên Reskota, van tivingan, toqa zîva,
Mamê Etman derpkê berda kurê mi rebenê, Şerê wî birî ji belîf û nazbelîfa.
Filît, lao, maman î, xwes maman î,
Min kes nedî nala Mamê Etman li welatê xeribê ser dikir, mêr dikuştin û dest hiltanî,
Bê mi çok da erdê û mi lawek anî,
Çawa çira mala Quto vemirand, konê me datanî.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info