Bêmal

01/04/2009 19:36

Bêmalo, li vî çemî li vî Feratî,

Ez çûm çiyayê Mazî, ciyê soz û qirarê çe, çima tu nedihati,

Hingê ez rebena Xwedê digiryam, ,

Hestirê min dewsa avê xûn dihatî,

min go ez û lawê Nûrê hevdu birevînin, li xwe heram bikin

ax û ava vî welati.

Kelha Mêrdinê bilind bû, bi ser dinê ket,

Ji siûda min ra tîra min û lawê Nûrê li tehtê ket.

Min di qîzê xwe xemiland bi ba dê ket,

Dilê min sêwiyê şewiti, nava min agir pêket,

Min go xelk û alem gişk esker û firar bûn,

Taxbûra wan çû li vêda şam û Helebê ket,

Taxbûra lawê Nûrê çû li Besra Yemanê ket,

Dilê xelk û alemê tev da dil bûn,

Dilê min û lawê Nûrê ji kenarê bilind,

Ji ezmanê hevta bela lêket.

Ez bi serê çiyayê bilind ketim dikakînin,

Hêstirê xwînê bi çenga, bi kulma dibarînim,

Li nav taxbûr û bêlûka digeryam sebra dilê xwe nabînim.

Ezê bişînim malê, xişir û beniyê xwe gişa bînim,

Ezê gilî bikim, têla li ser têla bikşînim,

Heta teskera lawê Nûrê ji derge Stambole tije bînim.
Bajarê Mêrdînê bajarê me ye,

Sûka fila bişewite roja lehdê bey' û bazar tê tuneye,

Ez dirim li nav taxbûr û ordiya, nizanim lawê Nûrê li ku ye.
çiya dibên em çiya ne,

Golkê dû garanê radibin dibên em boxega ne,

Sewî sakulkî ji ku rabin,

Dibên dewsa sebra dilê te em nandar in, em axa ne.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info