Akrê

10/02/2009 14:54

Akrê bajarekê Kurdistana Başûr e. Ev bajêr dikevit navbera Dihok, Hewlêr, Mûsil û Amêdîyê. Bajêrê kevin li pala Çiyayê Akrê ye û li gelek taxan serbanê malekê hewşa maleka dî ye. Lê niha bajêr ber bi alîyê deştê ve zêde dibit.

Kelha Akrê ya kevin bêguman yek ji cihên asê ji bo bergirî ya dijberî dujminan bûye. Li dema hatina leşkirê Ereban Kelha Akrê yek ji cihên şerê dijberî leşkirê Îslamê bûye. Ev kelh niha wêeaneyeka bêxudan e. Karên giring li wê kelhê hatine kirin. Ji wan karan anîna avê bi borîyan ji nihalekê bo ser çiya ye.

Pêkhateya civakî ya bajêrî têkhilek ji jiyana bajêriyan û xelkên eşîretî ye. Akreyî wekî bajêrî ji nimûneyên bajêrwarî ya kevin ya Mîrgeha Behdînan in, lê eşîretên mîna Zêbarî, Herkî û Sûrçî rolên gelek giring di dîroka vî bajêrî da lîstine.

Yek ji bingehên rewşenhizirî ya Mîrgeha Behdînan Akrê bûye. Hind cihên girêdayî bi Akrê ve mîna gundê Şoşê jî gelek zana, nivîskar û hozanvan pêgehandine.

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info