Afrin

10/02/2009 14:56

Afrin weke Afrîn yan Efrîn, [hin caran li ba kurdên Urfadê Arfîn, Erfîn] û bi zimanên europayî Afrin, navê deverekê ye li Çiyayên Kurd yan Kurmanc e, îro bi wîlayata Halabê ve li Suriyayê ye girêda ye. Afrîn navê bajarê navendîya eyn deverê ye jî. Ferehiya devera Afrînê bi tev 366 gundên xwe ve dighîne 2.033 km çiwarkuşe e. Di bajara Afrînê de nezîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li devera Afrînê bi giştî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Afrînê ya fermî ve 6 deverok yan nahiyên din girêdayî ne: Jindêrês, Şaran, Mobetan (Mahbata/Mahbatlî), Rajo (Raco/Reco), Bilbul (Bilbil) û Şiyê. Wateya peyva Afrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info