Çima Çima | Serhedo
24/02/2009 00:00
Çima çima em nabin yek
çima çima em nabin yek
hevalê hêja ka ji min re bêje
erê dinya dizîvire
ma vêca dinya gêje
çima kurdên me dibin
neyarên ma
çima serma dikin ser serê me
çima hûn me dûrî hev dikin
ji bo em bibin neyar
û bi hevre şer bikin
çima em pevre nabin bira
û deryê rizgarî vekin
di çavên min de hûn qorocîne
bi nefret ma hûn kîne
welat ji dilê we derket
û hîn jî dibêjin kurdo
welat parêzin
ka bêjin we çikirin
tenê zimanê we dirêjin