WERIN DILANÊ ESMER

01/04/2009 19:35

Li va gewra, li va esmera(*),
Ez kuştim cav gozela,
Taxima sing u bera,
Li xezala xizêm zera,
Mi dîbû li gir fitilî,
Li serî serek Mûsilî,
Li bejnê xeftanê gulî,
Bi ser bejnê da dixemilî,
Ez li peşiye zivirîm,
Sê cara mi ban dikirî,
Ser pîkê xwe zivirî,
Awir berda li vî dilî,
Bi çava eşaret kir
çavê gozel kil kirî,
Dev û lêvê şekir kirî,
Ez dikim esmer ramîsim,
Bin guharê Heynderî,
Xuydan ji cenê nisilî,
Terka Esmerê nadim
Heta bi axa mezela,
Heta bi kêlê kevirî,

Neyê mi dengê girî,
Kulê wê pir giran in,
Tû car naçe ji vî dilî.
Esmera bi gewra nadim,
Terka esmera nadim,
Mi dibû li ser xaniya,
Tena-tena mimeşiya,
Mi dest avêt girtikê piya,
Hingê qama min kin bû,
Ez radibûm ser tîlya,
Destê min ketibû gûlya,
Bi ser mi da xiliya,
Xûrên ket toq û beniya,
Ez dikim esmer ramisim,
Nav zêr û mecîdiya,
Agir ket mala gûndiya,
Tev li şêx û sofiya,
Tev li mele û heciya,
Xeyrî xort û nasiya,
Li me kirin bêbextiya,
Ma heqê wa li me çiya,
Esmera min nezan e,
Memik sêv e li dikanê,
Ramûsanek dixazim,
Bebav cinet erzan e,
Cote memika derman e,
Rebbiyo, ji teva eyan e,
Mi ban kirê, te go "lebbê",
Rêka dil miqate be
Ramîsanek dixwazim,
Cinet, ferdos behra me be.
  * Her rêz tê wekilandinê yek bi xeberê " De wernê, wernê, wernê", yek bi " Werin dilanê, esmer".

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info