Me şeva Şemiyê bê yî Şêrînê derbas kir. Ev di zindanîbûna me de dema herî tehl bû. Şeveke tarî û tijî xewnereşk bû. Em bi bêriyê ketibûn, ku careke din Şêrînê bibînin û her çirkeyek ji bo me dema bêna bû, derbas nedibû...
"Axxx, ew şeveke çawa bû. Beyaniya Yekşemê, niqutîbû dilên me girtiyan,...
—————
—————
MAHABAD - Çalekiyên protestoyîn yên ku piştî bi darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn destpêkirin, îro vegerîyan grevên giştî. Bi taybet li bajarên Sîne û Mahabad hemû derabe hatin daxistin, xwendekarên Kurd yên li zanîngehên Îranê dixwînin jî tevlî dersan...
—————
HEWLÊR - Xwendekarên Zankoya Selahedînê ji bo hevalê xwe Serdeşt Osman îro meşiyan. Xwendekaran di meşê de xwestin kujerên Serdeşt Osmanê rojnamevan werin dîtin û ji Hukimeta Herêmê xwestin bi berpirsiyarî tevbigere.
Xwendekarên Zankoya Selahedînê ji bo şermezarkirina kuştina Serdeşt Osmanê...
—————
Berpirsiyarê Ragihandinê yê Komeleya Mamosteyên Kurdistanê Ferzad Kemanger yek ji 4 girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin.
Kemanger di nameyek ku par nivîsandî de wiha dibêje: "Bitenê daxwaziyeke min heye, bila dilê min yê serhildêr; piştî ez hatim darvekirin di sînga...
—————
09.05.2010
Sîyasetvanê Kurd, endamê berê yê perlamana turkiyê Ahmed Turk li gel şandekê bi tevlîbûna hevserokê BDP Selahedîn Demîrtaş çûn serdana DYA. Radyoya dengê Amerîka VOA hevpeyvînek bi birêz Ahmed Turk re kir. Turk ji VOA re behsa rewşa Kurdan li turkiyê û başûrê Kurdistanê Kir.
—————
ji welat.org | 08.05.2010
Serokwezîrê tirk ji bo ku dewleta Israîlê gazên fosforê bi kar dianî weke ‘sûcdarê şer’ bi nav kir. Lê li Dêrsimê leşkerên tirk gazên fosforê bi kar tîne, gelo Erdogan li dijî vê dê xwe li kerîtî dayne
Li Kurdistanê operasyonên leşkerî û...
—————
tabloya şêwkarê spanî yê navdar, Pablo Pîcasso, tenê bi 106 melyon hate firotin. Tabloya bi zeytê ji aliyê Pîcasso ve di sala 1932 hatibû çêkirin nirxê wê berî firotinê bi 90 melyon dollarî hatibû texmîn kirin. Tê bawer kirin, ku Pîcasso di vê tabloyê de wêneyê yara xwe Marie-Therese Walter...
—————
Li gorî ku Dezgeha Mafên Mirovan a li dijî jenosîdê, Kurdocide Watch-CHAK’ê îro ragihand, Swêdê mafê daniştinê da Mihemed Kemal Abidê serleşkerê Sedam Huseyn. Li ser vê rûdanê, îro, 4’ê Gulana 2010’an, şandeyeke CHAK’ê ya ji Cîgirê Serokê Giştî, Gabar Çiyan, Serokê CHAK-Swêdê, Qadir Nadir û...
—————
Bi amadebûna wezîrê kulturê û hin hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê, duhî êvarê Festivala Kurtefîlman a Hewlêrê dest pê kir.
Detpêka festîvalê rêvebirê festîfalê Şaxewan Îdrîs peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe bi amadebûna wê hejmara hunermend û temaşevanan nîşan da. Îdrîs got:...
—————
PARÎS - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF)yê, di roja 3’yê Gulanê ya Azadiya Çapemeniya Cîhanê de, lîsta dijminên çapemeniyê yên îsal eşkere kir. Di lîstê de, 40 kes wekî dijminên çapameniyê yên îsal hatine destnîşankirin û di nava wan de siyasetmedar, rêveberên dewletan, pêşengên olî,...
—————
40 dewletan ji Google agahiyên li ser bekarhênerên înternetê li welatê xwe xwestine
şîrketa Google, a Amerîkî lîsteyek ji 40 dewletan belav kir, ku van dewletana ji Google agahiyên li ser hinek kesên ku înternetê bikar tînin xwestine, yan jî ji Google xwestine hinek malperan...
—————
Şerîf Omerî kiye?
Hunermendê Hîp Hopê Şerîf Omerî di sala 1987 li bajarê Qamişloka evînê hatiye dinê û xwendina xwe li zanîngeha Helebê beşa Civaknasiyê (Sosyolocî) dewam dike.
Di sala 2004 li Qamişlo dest bi hunerê kir. Tevlî pêşbirka mûzîkê ya li Efrînê „SuperStar“ bû...
—————
Şêweya xwarinê dibe sedema xetera „Alzheimer“ (Xerifandin)
rengek ji tevlihevkirina xwarinê dikare bibe sedem ku kesên vê xwarinê dixwin, bi „Alzheimer“ bikevin.
Li gor zanyarên Amerîkî dabûn xuyakirin, kesên ku xwarina bi şênkayî, selete, fêkî, gûz û masî duxun....
—————
Peyamnêrê malpera Soparo yê bajarê Serêkaniyê (Navçe ya Hesiçayê) ragihand, ku îro 13.04.2010 komîteyek ji berpirsiyarên parêzgeha Hesiçayê û wezareta çandiniyê berê xwe da bû hindek deverên çandinê li gundê Elok (Aliyê Serê Kaniyê), daku avakirina hinek bîrên avê xelat bike.
Ev bîrên...
—————
Hemwelatiyeke kurd ku ji navçeya Herîr a girêdayî paytext Hewlêrê ye, mora xwe avêt binê xebateke ku derbasî rûpelên dîroka kurdan bibe. Neriman Enver Salih a ji Hêwlêrê, ev bû demek bû li ser çêkirina balafirekê disekinî û di dawiyê de biserket. Salih, doh ceribandineke firînî lidarxist û ...
—————
bikaranîna kompyûter bi çavan
Hin xwendevanên zanîngehek brîtanî kompyûterek nuh pêşxistine, ku ev kompûter bi hereketa çavan kar dike, bêy destan. Tê hêvî kirin, ku kesên astengiyên wanî destan hebin sûdê ji vê pêşketinê bigrin.
Xwendevanan ji bo vî kompûterî sîstemek nuh, taybet bi xwe...
—————
Bi tevî blogan hejmara malperan gihêşt 225 mîlyonê
Bi saya platformên ku xizmeta malperên beleş û blogan didin hejmara malperan roj bi roj zêdetir dibe.Li gor lêkolîneke şîrketa Netcraft'ê bi meha adarê hejmara malperan 225 mîlyonê derbas kir.
Di meha sibatê de hejmara malperan 160 mîlyon û...